jimardin

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  438 Dîtin
eger twanît yeke yeke
gełay ew baxe bijmêrî.
eger twanît herçî masîy
giçke û gewrey
ew řûbarey be berdemta tê’epeřê
řîzjimêr key!
eger twanît le werzî koçî bałindey
berew jûr û berew xwarda
berew xwar û berew jûrda
yeke yeke
mel û bałinde bijmêrî
ewa minîş bełên edem
yeke yeke
herçî qurbanîy em xakî
kurdistane şîrîneye
bot bijmêrim!.