amaje

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  679 Dîtin
le wagonî namoyîda
sê qełem bûyn
pêk geyştîn
le dway ewey, wişekanman
baweşyan kird be yektirda û
zamekanman yekyan maç kird
yek kabîneyş bû be qełemdanî ême û
tya danîştîn
* şîlîCih.
* felestînCih.
* kurdistanCih.
lenaw sengerî hewał û nałe û girmey dengubasda
hatîne ser sêřyanî
jimarey qoçî qurbanî
şîlî leser
piştî bilîtekey nûsî:
hezaran hezar qurbanî
felestînîş lîstey amarêkî pê bû
lew jimareyey têpeřan.
min jimarem bo nenûsîn
lîsteyşim bo dernehênan!
le pencerey wagonewe
be amajey pencekanim
liqupop û geła û çiłî
bêşeyekim pê nîşan dan.