le tûřebûnêkda

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  353 Dîtin
řojê çaket be qopçey ser qołî xoy wit:
- toyş nebî min leber ekirêm.
toyş nebî min
her serma gil edemewe.
toyş nebî min, her çaketim!.
- toyş nebî em pyawe ejî.
«gwêm lê bû řojê diłîşim
way, be řîxołekwêrem wit.»
minîş ełêm:
- bibî û nebî
toyş ew řîxołekwêreye û
qopçey ser qołî çaketmî!.