cirîwe

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  352 Dîtin
nîweşewî hawînê bû
leser serim, dû estêrey
ser hełemût
bo yektir exnînewe û
çepik çepik
cirîweyan egirte yek.
ewey jûrtir
çawim lê bû, destî kemê tetełey kird
cirîweyekî kewte ser cêgekem û
çawî şî’rêkî min pişkût!.