le engoreyekda

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  369 Dîtin
«ba» û «aw» leser mang şeřyan bû.
engoreyek:
le gomêkda, aw bû be awêne bo mang
mang ew şewe xoy gořîbû
hat û wîstî leber gomda
arayşit ka û qij dahênê
le piřêkda
le dûrewe be givegiv
«ba»y tûře hat
awênekey wird û xaş kird!.