şekirdan

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  380 Dîtin
pyałeyekî piştên zeřlî, her be pêwe
lenaw swîzgîyekeda pirsî:
- ew şekirdane leber çî
firmêskî sipî eřêjê?
çendîn sałe lem małeda
diłşad diłşad
dêt û eçê.
gişt řojêkîş kewiçk kewiçk
zerdexeney şîrînîman pê ebexşê!.
yekem care bigrî û pest bê
bo? leberçî?
xwêdane dem heraşeke hełîdaye:
- çunke emřo
şekirdanêkî dîkeyan beser hêna!
- sed mexabin!
ey başe em çî lê eken?!
- xo naykujin!
wa biřyare îtir bîken be ałetdan!