çaw

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  575 Dîtin
şî’irim wekû zincîre şax, lûtke lûtke
heta berewjûr bêtewe
befrî ewîn day’epoşê û
leber temaşay giznigima
sipî sipî eçêtewe.
berew bakûr
şî’irim hełmî zamekanî germesêrî koçkirduwe
kejawey bûkênîy hewre û
mangî sûrî, dwa şehîdî
silêmanîCih tya nûstiwe.
berew bakûr
şî’irim eřwa
giře û eřwa
xeme û eřwa
ta leser «wanCih» la eda û eçemêtewe
be ser pencerey narincîy berbeyanda
da’ebarê û
le çawekanî «dersîmCih»da etwêtewe.
çawî şî’irim
çawî daykim
çawî dersîm
ew cogele řoşnanen
serçaweyan wa lenaw diłî befraye û
befrîş ’eşqêke ebedî û
nabřêtewe!