befir

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  503 Dîtin
mindał bûm û sereta bû
xoşewîstît
topełe befrê bû biçûk
be qed topê.
řoj hat û çû
serinc edem:
heta temen berew lêjayîy mil binê
topełe befrî ewînîş xul exwat û
da’egeřê û
gewre ebê.
řojêkîş dê
ey wiłate sipîkele ẍemgînekem!
ke qursayîy kêwî befir
bem diłe biçkolaneye
hełnegîrê û
her be destî xoşewîstîy
to bikujrê!