awêne

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  633 Dîtin
ew awêneye ke şehîd
qijî leber da’ehêna
ewîş gîra
awêney dîl
neyzanî çon xoy derbaz ka
řojê tawan le gwê çemê
řîşî taşî
awêne serî hełbiřî
«ba»yek ehat
yek dû çirpey legełda kird
ba xêratir hengawî na
ta pałêkî bemewe na
awêne xil bowe bo çem
aw newesta şepol birdî
bo ew şwêney
çiley şehîdyan egêřa!