biřyar

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  508 Dîtin
yekem ders
çwar efendî řeştałe û dêz
hatin «sîrwan»yan daye pêş
sîrwan bû be berdî bin gom
nehatewe
cêgekey çoł.
werzêkî tir yekem ders
ke mamosta hate jûrê
temaşay kird
pol kişumat
ke awřêkî dayewe
leser textey řeş nusrabû:
ey mamosta
ême îtir her hemûman
le îstewe bûyn be «sîrwan».