qurbanî

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  494 Dîtin
sêławê hat
ta geyşte popey darê
be popewe hêlaneyek becê mabû
dû sê zeřneqûtey tya bû
dirext be sing
şeřî legeł awda ekird
her xoy řagirt
heta êware dahat û
daykî bêçuwekan hatewe
wextê xinka
ew dwa bêçûy egwastewe!