twanewe

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  561 Dîtin
se’at dûy dway nîweşewe
wekû hewrêkî jangirtû.
wek maynî ḧîle kirdûy
cwanû winbû.
îste awa
şiłejaw û wekû daykim xem lê nîştû.
bem nawexte.
le nisêy jûrî tenyayî û ẍerîbîma
şî’rê hatuwe bimnûsê û
le dwayîda bimxate ber baxełyewe û
legeł xoyda dûr dûr bimba.
se’at dûy dway nîweşewe
şî’rî çaw řeş, be ser sermewe westawe
ew her ełêy řeşeřêḧaney hełçuwe û
çawî minîş, ełêy kanîy
gundî taze řagwêzrawe.
se’at dûy dway nîweşewe
min xewm dê û ew eyewê her bimnûsê
dirêj ebim û ew eyewê hestime ser pê
kaẍezêkim xom lûl dawe û ew eyewê bimkatewe
çaw lêk enêm, ew eyewê
biçme naw herdû çawêwe.
min pêy ełêm:
kulley namoyî û ẍerîbî
bem řojgare
bem şewgare
gułegenmî gyanim exwa
wextêkî tir ser berewe.
ew pêm ełê:
ta nebarêm nařomewe
heta qed qed netkemewe nařomewe.
ew her ełê û min bêdengim
ew ełê dey min ełêm na.
řama û řama
wekû dûkełî cigerem
le pencerewe çuwe der
ke hatewe destî şoxêkî girtibû
etut befir û gułezerde
leser yekem kursîy beramberim dayna
witî: îsta
her witim na
se’at sêy dway nîweşewe
wek yekem car çon hatbû
îsteyş awa be ser sermewe westawe
ne ew eřwî, ne min emwîst hełmisênê.
îtir xew hêndey nemabû wekû mindał bimfiřênê.
le piřêkda çirîkanî
ew katey pêłûm hełbiřî
bînîm şî’rî çaw řeşî şax
ber awêney xeyałî jûrmî girtuwe
camaneyekî xwênawîy
dwa şehîdmanî bestuwe
witî: îsta?
îtir her ew hestane bû
min senger û ew nimey xwên.
min deşt û ew denke terze
îtir her ew daçłekîn û hestane bû
qed qed gyanim bo kirdewe
her nûsîmî û her nûsîmî
barî û barî ta řoj bowe
min nemzanî îtir dwayî
ew lenaw minda twabowe
yan min lewda twabûmewe?!