sutmak

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  731 Dîtin
asmanêkî: xołemêşî.
şeqamêkî: wenewşeyî.
tenyayîm: zerd.
awareyîm: tarmayîy perit.
hewał: řeş, řeş!
ey şînpoşî kemançejen,
ey gułî yexe, pemeyî!.
wa lêrewe:
le sêberî qij tenkî, sewzî kałî,
em darlîmo goşegîr û terîkewe
xom û xemî erxewanîm, řawestawîn
milman lar û
le popewe ta berî pê
zenguł, zenguł
xorinşînman lê etekê!.
kizkiz û mat
kiřkiř û mat
her be pêwe, le goşey nîwe řûnakî
em cêyewe
xom û xemî erxewanîm,
perdey ałî gwêman nawe
be pencerey ber henasey
ew «jê»yewe ke be cûłey bêsrewtî
serî pencey bilûrînit,
awazêkî telîsmawîy
bał zîwînî, lê heł’esê!.
ey şînpoşî kemançejen!
ey řoḧ sipî!.
bo em êware kispeyem.
bo çizeçzî hewałî
tazey em şî’re beswêyem.
bo yałî agir têberbûy
cwanûy a’em koçe nwêyem,
hawřêm be!
bimxere naw kizekzî hełqirçawî kemantewe.
wekû pepûle payîze,
bimde be dem bay zayełey hełwerîn û pijantewe!.
xewn bike be řê bînim.
şepol bike be serînim.
hewr be çirpay birînim.
dûr dûr bimbe, bimberewe
bo wiłatî sał dwanze çaw firmêskawî.
bo lay dirextî mil be kwên.
bo lay befrî pirç xwênawî.
hawřêm be!
bimberewe, bimfiřêne
wekû hêşûy sermabirdû
lejêr keprî axekanta,
denk denk, bimwerêne!.
dedey tuxwa bimberewe!
lêre peřey řojjimêrêkî diřawe em temene!
be dîwar û be binmîçî derûnî xełkî êrewe,
ewîn giłopî sûtawe!
zerya, tînû
lem byabanî řoḧeda, aw xinkawe!.
hawřêm be!.
şeqam, şeqam
pêş to geřam
taqtaqkerey çawî teřim
çuwe ber her pencereyek, hełyanfiřan!.
lem çołewanîy řoḧeda, yekê nebû, kesê nebû
la katewe û awiř le kiłpem batewe û
gwêye bigrê û bête ziman!.
hawar! hawar!
le kwêye řoḧ, le kwêye dem, le kwêye gwê?!
ey kostî nwê!
xo min espêkîşim nebû
ta wek hawřêkey «çîxofKes»
biçme lay û her hîç nebê,
ew gwê le şîwenim bigrê!.
dedey tuxwa
leser bałî neẍmeyekî giryanawît bimberewe
bimberewe ey şînpoşî kemançejen
qij qetranî!.
dyare ke toyş her wekû min
dirextêkî goranît û le bestey xot hełkenrawî!.
dyare ke toyş her «ax»êkî koçerît û
wekû şî’rî hecîcîy min
lem wêstigewe bo ew wêstige
lem fiřgewe bo ew fiřge
payîz bekoł, hełwerîwî û řawnirawî!.
ey şînpoşî kemançejen, bimberewe
hewałî nîga be şewnim way pê witim:
îste lewê
lenaw tabûtî narincîy xorinşînî şarekemda
çil mindałim.
çil cigerm.
heşta çawim.
heşta gwêçkem.
heştised pencey
herdû dest û herdû qaçim
beyekewe heł’ewerên!.
pêkîşewe be cacmî xezanêkî em payîzem
hêwaş, hêwaş da’epoşrên.
ey şînpoşî kemançejen, bimberewe
wekû henasey min û to
le şarî xem nizîk nizîkim kerewe.
îste lewê geřek hewałim epirsê!.
şeqam çawim bo egêřê!.
kołan be dwamda egeřê!.
kostî teter, be herdû dest
le derwazey małe konekeman eda.
îste lewê seywanekem
çil nêrgizî şehîdî tir eda le ser.
çil kirasî hełałey tir ekate ber.
çil cût gwarey gułebaxim ekate gwê.
leser çil qûbbey heyasey,
çil niqêmî sûr da’enê.
leser serî çil erxewan
çil çira da’egîrsênê.
çil momî tir esûtênê.
îste lewê seywanekem
çil swêske, çil çolekey
baxçey xwênim
le yekem şewî baweşya exewênê!.
asmanêkî: xołemêşî.
şeqamêkî: wenewşeyî.
tenyayîm: zerd.
awareyîm: tarmayîy perit.
hewał: řeş, řeş!
êwareyş: şîn, wek bergî to
ey şînpoşî kemançejen!.
şîwenîşim: mor wek cestey
ew çil aske û
ew çil kotren!.
de lo lo lo
le minî wişe sutmakê
le minî qełem ẍemnakê.
de lê lê lê
le minî şî’ir xezanê
le minî dîwan wêranê!.