tavgey zîndanî

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  545 Dîtin
wek çon estêre ekşê kewaneyî,
tac pirşingidar,
çaw agirîn, gerdin zîwîn, tîj wekû ’eşq
kutupřîş wek mergesat.
toyş bew core le şewêkî mang kujrawda
le şewêkî bejin û bała hełqirçawda
le wiłatî xołemêş û lejêr qubbey
mêjûyekî birîndar û zemînêkî kot kirawda,
awa kişayt
zerd zerd, kişayt.
ał ał, pijayt.
le kawanî ewînewe wekû befraw çořaytewe,
milî kej û herdî biřřaw
meçekî berd, pilûskit bûn,
wirde wirde bûyte řûbar.
wekû xwênit řûn bûytewe, sûr hełgeřayt
kiłpe, le toy exwardewe,
xoşewîstît estêrkêkî bexşinde bû,
lêy eřja, xoşewîstît,
geła geła sewz hełgeřa.
xoşewîstît, daristan bû, temaşat çiř.
azarekanit darewan, wek simore
be ser qedî girê girêy
řeş û sipî şew û řojta heł’egeřan.
mandû nebûyt, xot řêge bûyt.
nexşe nebû bitgirête çwarçêwey xoy
to xot nexşe û, xot çwarçêwe û
ew dîw, ew dîw, çwarçêwe bûyt.
* * *
lew demeda
bałat bałebanî xwa bû,
natî be lêwî kêwewe
be fûy ziryan û řeşeba giř girtîtî û
bûy be awaz, bûy be lence,
bûy be semay befir û hetaw.
darbeřuwekan pencey xwa bûn.
řewezekan kelleser û şanî xwa bûn.
ke eyjenît:
demê ebûyte şepol û bałit egirt.
demê ebûyte baran û xuř dat’ekird.
demêkî tir ebûy be zarî eşkewt û
wek «hezarmêrd»
le dwênêwe berew îste
bangî hezar hezar sałit ekird.
to ew deme espî qetranîy
serkêş û ciłew berbûy,
«lasKes»y wêłî dwa «xezałKes»y mangeşew bûy.
xezał gîrxiwardûy
naw temî qulley qaf bû. dêwî sipî û
dêwî řeş û dirincekan ewyan be qefî simêł û,
kotî bisk û qirjałî çing bestibowe, yarekey to,
wek ba û boran eyzirîkan, wekû hewr eyqirîşkan.
ew tavgey zîndanî bû, pirşingî dîl,
heway kot û pêwend kiraw,
qurbanîy bû.
* * *
her ebwaye serî ew ’eşqe hełgirî.
to ew sere hîy xot nebû.
serî dar û serî berd û serî aw bû.
her ebwaye biçîtewe hewarî guł û xołemêş.
ew heware her hîy to bû.
her ebwaye be jîlemoy ’eşqî xezał,
dapłoxaye pêstî řojgarî temenit û
hełqirçaye, ewînî ser jîlemokey beharî sał.
her ebwaye bo sêhem car kifneket leber keytewe.
dawe janî çyakanit be teşîy dund hełkeytewe.
wekû şehîd çaw bibřîte
giznigî xwên.
gurc bîtewe
qît bîtewe
law bîtewe
kajî heres fiřê deyt û be dem lawkî sûrewe,
biřoytewe lay taşeberd, lay berdeqaremanekan
lay «das»y des zerd û mahî derbendekan!.
wa nebwaye ewîn eybest, sitranekanit lał ebûn.
kiçî ḧeyran, swarey lawik,
destiberdarî janit ebûn.
ey ewsake to çît ekird?
le kam binar û kam deşta?
ẍarit ekird? leber demta û le paşkota
kêt heł’egirt?
çît heł’egirt? çi hobeyek eyankirdî be mîwanî,
«syamendKes» û kam «xecKes» çawî nêrgizî xoy,
eda le berokî wałay qełemeket?
legeł wişey qurbanîta
çon řûbeřûy ebûytewe?
meçekî biřřawî «xanîKes»t bo kwê ebird?
le kam gořistanî şî’ra etşardewe?
her ebwaye bibî be give û be gerdaw.
her ebwaye motekey tirs destemo keyt.
her ebwaye milî řêy agir û pişkoy,
werzî ’eşqî tirs û bîmit bigirtaye.
le awî řeşt bidaye.
yan ebwaye wekû biniçk girmołe bît
wek marî siř pepke bixoy.
ḧîley espit,
bařjinî mamzî «xec»t,
wekû serit
lenaw qełay ejdehakda bend kirdaye
ey çît ekird?!
* * *
leber çawit kelepçeyan kirde bazûy hewr û hetaw.
awyan xinkan.
pencey şinebayan qirtan.
leber demta goşawgoş şî’ryan serbiřî.
řîşî «mewlewîKes»yan sûtan!.
min bo ewey kot nekirête pêy dirext û,
gułegenim le bar kêłge û zewî neçê!.
min bo ewey coge nebê be koyle û,
baran nemrê û gya pê bigrê!.
xom lenaw toda twanewe geyştime lat.
ey ewînî şaxudax û ’eşqî ferhad,
her ebwaye min bême lat!.