be dawî zulf û daney xałî ser řût

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1235 Dîtin
be dawî zulf û daney xałî ser řût
giriftare diłî sed ’aşiqî řût
nîgahî çawî mestî nîme xabit
hezarî wek minî xistote tabût
seba ger labda zulifit le kułmet
dełêm ya mahe ya xurşîde engût
şikandit leşkirî ’eqił û şekîbim
be tabûrî muje û şimşêrî ebrût
le çahî jêrî lêwit wa esîrin
hezaranî wekû hařût û mařût
mehe ya řoje ya řûy toye derkewt?
şewe ya zulfe ya xo mûyî diłcût?
eme ya nuqłe yaxo xunçeyî kam?
ewe dendane ya duř, yane yaqût?
fîday dest û kemanit bêt kurdîNasnava edebî
depêkê sê û dû hem taq û hem cût