çawî mestit wa dyare fîtneyê berpa deka

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  2614 Dîtin
çawî mestit wa dyare fîtneyê berpa deka
xanî dîn wek turkî yeẍmayî be naz yeẍma deka
turkî dîdet bew dû qewsî ḧacb û tîrî mujet
bo giriftî dił le kakołit ’elem berpa deka
çawî fettanit deka sîřřî nîhanî dił ’eyan
waq’î her fîtne esrarî nîhan îfşa deka
merdumî çawit ke dête ser supahî can û dił
wek qecer daym be qîrqacî nîgeh de’wa deka
çunke hîç şahîd le nêwanman nebû řojî ezel
’eqił û dînim naye mistî, êste wa ḧaşa deka
ger be naḧeq bimkujê nabê ke kes men’î bika
ḧakmê kafir bê, sa ełbet ’edałet wa deka
dił dełê kurdîNasnava edebî wekû min arezûy wesłî meke
bo çî to man’ debî em bende çon bêca deka?