diłim naye becêt bêłim biřom bo xom be dinyada

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  2430 Dîtin
diłim naye becêt bêłim biřom bo xom be dinyada
serî xom hełgirim wek şêt be kêw û deşt û seḧrada
dełêm nakem hełêm řakem ’îlacî derdî sewdakem
kemendî tom le gerdindaye sa çibkem berim nada
le sîney piř biłêsem hênd dekêşim ahî germ û serd
xelîlî toye dił, boye kenarîş pêy zerer nada
emin qet mumkînim nabê xeyałî to le dił derkem
çi kes bê qûtî řoḧ nabê bijî bê şik le dinyada
leber fîkir û xeyałî kakołit qurban weha matim
şew û řoj nabzûm esłen ne bemlada ne bewlada
leber firmêskî çawanim heta ferqim weha ẍerqim
leber biłqî nefes ferqim deken ẍerqim le deryada
muřebbî muşfîqî ’îşqe ke kurdîNasnava edebî kira ciger pare
ke deyzanî çi kes bê pare hełnaka le beẍdada