şořişgêř

be boney 14y temûzewe
Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1255 Dîtin
bo êcgarî sard buwewe û day da çok,
kełbe kewtûy bê nînok
le katêka lenaw xwêna egewza,
xizmekanî le tarîkîy jêr erza
destyan kird be çipeçp:
 
«aẍa» eyut: gacût qût dan kirdî xip!
be dem bînî lerzînewe ser; casûs,
day le řan destî efsûs,
witî: ewey kuştî - yaran! - nûstin bû,
bê agayî le xişey pêy dujmin bû!
 
kelleyekî jêr mêzer,
bizne řîşey sabrênane mirqêner,
witî: ewey kuştî ḧeram xwardin bû,
bo xwa xêr nekirdin bû!
 
wirginêkî kone ḧakim hate řû,
witî: «gewre»diz bû, boye zû tyaçû!
 
serek polîs, be sirke,
pêşanî da ke çaw bo kwêr bekełke...
kwêr nebwaye ne’emird!
 
bazirgan destî pê kird,
witî: gewrem, her tema’î zor kuştî,
tema’ day le erz piştî!
 
serpizîşkî tayebetîş hate deng,
witî: beřast, hoy mirdinî peng bû peng:
kêmî siflîs geyîştibuwe naw cergî
derman nema řojêk dwatir xa mergî!
 
- şel nebwaye řay ekird,
be qeła penay ebird!
 
- poker kuştî!
- řaysis kuştî!
- ne’, wêskî:
bû be giřî agir û çuwe êskî!
 
le piştewe şepqezlêk westabû,
«ew çawzeqe dizî newt û xurma bû!»
řûy hawxemîy gêřa be xizmana gişt,
witî: hey dax! nazanin kê gewrey kuşt?
 
yasawłe ketekey jêr ałay sûr
ke çeqîwe wek mîl leser asoy dûr
 
ew teqey kird û kuştî,
em xwêne her ew řiştî!
 
kełbekewtû ke dirabû be erza,
le naw xwêna tilêkî tirîş gewza
be henasey sardewe eyut: mirdim...
zor bayî bûm, bayî bûn way lê kirdim!
***
le lêşawî kobûnewey gel, yek deng
witî: serbaz - bijî! - kuştî be tifeng
serbazî law, řołey diłsoz û aza
berew řûy gel be guř pencey řakêşa:
- min nîm, ewe, her xoyetî koł neder,
koneřûxên, binyatî taze daner!