bit, bitewan

Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
 7 Xulek  1490 Dîtin
řabûrdû:
 
hebû, nebû
serdemî zû
bit, bitewan,
pîre şeytan
bit dirust ker
bitewan goş der
bit peristî be ayîn ker
řeg dakewtûy împiryalîst
xwênmijî asayş newîst!
bit, bitewan
pîre şeytan
 
bit persityan dabuwe ber
têyan exuřî, wek ga, wek ker
- dey! leşî bit bigrere zêř
şeytan têr ke be xêr û bêr
cêga xoş ke bo bitewan
leser ser, gilêney çawan!
şeytan û bitewan û bit,
beramberyan keç ke milit?
her bit xwaye!
 
her bit xwaye!
her bit peristî biřwaye!
her şeytan, bit, her bitewan!
biřwakanî tir hemû ban
řû le xakî berpêy bit sû
yek berî řenc bike be dû,
bîhawere cantay şeytan,
bo bitewan!
ziman lał ke, gwêçke keř ke
kwêr be, wek ker zeřezeř ke!
bo bitewan
bo bit, şeytan,
bo nokeryan!
areq řeş û şîn biřêje,
hezar derdî ser biçêje,
koşk dirust ke û baẍ binêje,
bo bit, bitewan û şeytan...
her emeye manay jyan,
řast û dirust
bo bit perist!
 
- bit perist nîm,
nabim û nîm,
kabrayekî řût û birsîm,
nasax, gîrodey nezanîm
bo berg û nawmał peřpûtim
bo xom ewê berî cûtim,
biřway min be sibeynêye
mijdey řizgarîmî pêye,
le birsêtî û le hejarî
le nezanî û derdedarî
le sitem û cewr û bêgar
le qedeẍe û eşkence û dar
azad ebim,
paş diłtengî diłşad ebim!
bit perist nîm,
nabim û nîm...
kabrayekî řût û birsîm
be hîway paşeřoj ejîm!
hêzî bał tik tik eřêjim!
nemamî dwařoj enêjim!
xwar û jûrî em ’îraqe,
şîn ekem wek keway taqe!
 
- hey kifirker!...
hey řûxêner!...
hey tawanîy!...
hey nan biřî bitewanî!...
nemut keř be? nemut kwêr be?
nemut ’îlmî lałî fêr be?
bîrî nwêy pîs le ser der ke,
hezar deq xot gewc û ker ke?
êre xakî bit periste,
tenya be çipe diruste,
řaportî řast bidey be min,
bełam diro:
«gyanim: diro!
jînim: diro!
destimayey ayînim: diro!»
bit peristêk pêy řewaye
cařî da, piř bem dinyaye!
le tom ewê bîr bigořî
řeng bigořî
deng bigořî
biřway pyawî jîr bigořî!
 
- bit perist nîm,
nabim û nîm,
awatexwazî serbestîm
xebat ekem bo azadîm...
êsta şewe,
gerçî şewe,
çaw be xewe,
bełam karwan leser řewe
berew qonaẍ řew be dewe...
ew kate dê ke řoj hełdê
gwê têr ebye û çaw ebînê!
bê tirs û lerz,
le çyay berz,
le çem û doł,
dê gelî çoł
le nwê yek yek awa ekem,
exom, enûm, ejîm bê xem!
 
- bit perist nîm,
nabim û nîm,
tînûy serbestî û azadîm!...
- em kabraye!
bê ḧeyaye...
bê biřwaye...
bê şeytan û bit û xwaye...
dey! yasawił! dozexewan!
kêşî kene kunî zîndan!
zimanekey le bin bibiřn,
gaz le quřquřagey bigirin,
le quřawa bîgewzênin,
nînokî le bin derbênin,
mûy ser be çermewe bigrûn,
biro û simêł paktaw bidrûn,
serberewxiwar hełîwasin,
daxî ken be şîşî asin
dey, yasawił! dû çawî zeq
dû kasey xwên,
bibře çawî û dem piř le cwên,
têy berbibe be zille û şeq
gurz û metreq
ya eweta, îman bênê,
ya eweta...
heta... heta...
gořî zîndanî teng cêy bê,
zincîr bendî dest û pêy û bê!
***
- êsta şewe.
gerçî şewe...
çaw bê xewe...
serim gêje...
şew dirêje...
ey çawî zam
zûx biřêje!
ey şwên eşkencey mor û şîn
ba azarit pil da çîn çîn!
ta wek min, dîlî kulane
kełeşêr cař da: beyane,
nanûm le taw êş û azar
řa’ejenim leşî zamar!
çawî hîwam ebřime dûr,
sirinc edem le asoy sûr!.
şew dirêje,
azar sexte,
dîzey dił le xwên lêwřêje
lafawî řiq nexte nexte,
guř exate hêzî zatim
coş eda germîy xebatim!
lêkdanewey dûr û dirêj,
wek keştî emxate naw gêj
tawêk ełêm:
min çîm? min kêm?
kabrayekî bê destełat!
ey bit? ey bitewan? şeytan?
xawendanî dezga û dûkan?
xawendanî hêzî wiłat!
kewabête, ba mil keç kem?
lep le naw demî xom edem:
hey tirsinok! hey bê wire!
pyaw be! dan be xota bigre!
lêw bikiroje!
paş şew, řoje,
leser xebat
azayî û zat
biřoy ta ser, encamî kar,
ebî le destey bit řizgar!
bit wird ekey, eykey be xoł
bitewan ekutî wek dehoł
şeytan ekey be peřoy pen,
eyhawîte dûr le weten
dezgay bogen eřûxênî,
jînî taze da’ehênî!
 
14y temûz:
- kwanê bitim?
- kuştim! kuştim!
- kê kuştî kê? bitim kwanê?
- min kuştim, min... kê nazanê?
bit zêř nebû, muqebba bû,
xulim pêda tenya be fû!
muqebba bû, muqebba bû,
çen gewc bûm řojanî zû?
wam ezanî pêçkey textî
damezrawe le ser sextî...
keçî be yek destiřêjî top
text wergeřa, bext witî: hop!
- min bitim daye dest xałî...
pasewanî wek gemałî
serî xoyşî û ewîşî xward
ewîş êsqanî bû be ard!
- ax bitim řo! dax bitim řo!
hezaran wirdeştim řo!
ey bitewan kwa? bitewan?
nabûme naw ’ebay jinan...
ax bitewan! dax bitewan!
’ebakem le ser damałî,
lêy ne’ehat! daykî ałî!
girtim, xistim, wek dełedêw,
tifim lê kird, pêm da cinêw,
be leqe çûme ser wirgî,
kutam ta mird, mergî gurgî!
***
- sa merg şeytan!
bit, bitewan,
xwênyan biřjê,
gelî ’îraq byankujê...
dezgay gişt neyreng û fêłim
lem řojełate cê bêłim
keçî le tirsî dengî dûr,
nałey topî sinûrî sûr,
le taw qîřey aştî xwazan,
bo qedeẍey şeř le însan,
naçar bim, serî xom şoř kem,
bo koç nawmałim le hoř kem,
 
hey daxekem!
hey daxekem!
***
bitim şikan,
dû bitewan,
kujran, neman,
çing leser şan!
le nîştiman!
êsta be řast bit perist nîm,
serbest, azad, aza ejîm...
bełam hêşta bo řizgarîm
le dujmin, birsêtî, řûtî,
nezanî û derd û nabûtî,
řêm lebere... nabê kul bim,
dîlî bene û fîzî zil bim
ebê wek pyaw, wek pałewan,
be řencî şan,
koşkî wiłat binyat binêm,
wêney beheşt xoş bikem cêm!
dujminim: şeytanî negrîs,
emrîka bê, yan îngilîs
ta mawe çawî lêm zîte...
«eme xûy împiryalîste!»
bêt û sîstîm lê bibînê,
koneperist ewrûjênê!
derebeg, kilk, kirê girte
han eda bo bołe û xute,
bo kełek û bo fiř û fêł,
tenanet bo be paç û bêł
xapûr kirdin...
ebê wirya bim, wirya min!
min gelim, gelî ’îraqim
’ereb em laq, kurd ew laqim
řêy karwanim nahêmin bû,
şwên bosey hêzî dujmin bû,
mołim dabû le şwênî xom,
nem’ewêra bar kem, biřom...
wa êsta řêm berełłaye
xwastî koçim le diłaye,
hênd germe kełkełey serim
wek gulle tîj tê’epeřim!
beser řêgay pêşkewtina,
řêy xo bextyarkirdna!