tasey dîdar

be ziman daykî kurdistanewe bo bira feylîyekan
Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1332 Dîtin
řołey dûrî awarebûm
kelley piř bû le arezûm
sewday serî, tasey diłî
xozge û awatî bekułî
her ewe bû: ke bał bigrê
wek mel, ta baweşim bifřê!
dem binête demî kanîm,
dest bikate milî lûtkem,
gwêçke şil ka bo goranîm,
bom pêkenê wek xuřey çem!
bełam sałan,
sałanî zû,
kundebebû
kundebebûy şûm eyqiřan:
qedeẍe bû le minałan
bo goy memk berin demyan,
qedeẍe bû destî dayk
binête dem sawa memk!
serdemêk bû,
kundebebû,
qel eyqiřan,
gurg eylûran,
piłingî dû pêy daristan
şaristanyetîy elerzan!
řoj tarîk bû, řêga tirs bû,
«cûłe» pełpî hezar pirs bû...
řołey dûrî deşt nişînim
ebû, hergîz, têr nebînim!
řolem legeł řołey dîcle,
legeł řołey dîcle û furat:
le xwênawa eykird mele,
be xwênî cerg eykird qinyat!
řołem dîl bû,
dîl zelîl bû,
řojî şew bû,
şew bê xew bû,
polîs wa be serya zał bû
wek kotir nêçîrî dał bû!
sereřay hawderdîy dîcle,
tirs hebû, şeq û zille,
wişey kurdîy ser zimanî
bate qełem be tawanî!
bełam řołey min û furat
řojî pîrozyan lê hełhat,
çwardey temûz piçřî zincîr:
leser mil laçû demî şîr,
pirşingî řojî azadî
wêraney piř kird le şadî,
bay fênkî zerdexene
beser kułma kewte şine,
çaw wekû guł mestî řeng bû
ziman bestey xestî deng bû,
kuř koşî daykî kewte bîr,
dayk memkî piř bû le şîr...
ewa, êsta: xuşk û bira,
bira û bira,
le yektirî bûn aşkira
her deste, her deste guşra,
tînû, tînû! le mil kira...
her řołey dûr kurdistane
le koşî dayka mîwane!