bo gułî lawlaw

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1518 Dîtin
be kuł giryan le çawim dê, gułî lawlawî řengawřeng!
le berçî sîs ebî wa zû? çîye esbabî jakanit?
hemû tawêke řoj hełhatuwe, bo çî weha bê deng
ejakêy? toxwa, ey guł, sebir, destim be damanit!
***
sebir tobî xwa! tawêkîtir řaweste, ta ’umirim
wekû řojî çiley zistan le hewrî meynet awa bê;
minîş hawřêy sefertim, ey gułî lawlaw minîş emirim!
minîş xîlqet wekû to, wa nebê zorim legeł ça bê!
***
minîş, wek to beqam kurte û beharim tîj û kem firset,
geşem meyle û zewale çeşnî to, çeşnî hemû dinya;
wekû baranî hawîn zû fenaye ’umrî bê mirwet;
tebexxur mayeye, heyhat, be çeşnî şewnimî sergya!