ey ney

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1214 Dîtin
ey ney! çîye wa be soz û sazî?
boç toş wekû ême ’îşq bazî?
ya meḧremî řazî ’aşiqanî?
bo ahî derûnî tercumanî?
***
lebřêze diłî ze’îf û zarim,
lew ’îşqe me’alî îztîrabe,
lew taye ke pêwe bê qerarim,
lew semme ke muhlîkî şebabe!
***
amalî ’ezîzî newcewanîm
pamalî mezalîmî zemane;
her sanîyeyek le zîndeganîm
’esrêkî hemû xemî cîhane!
***
ey ney! de be neẍmeyî xiroşan
em nawe be carê piř seda ke;
bo řoḧî şiksitebałî nałan
lawaneweyek be kuł eda ke!