wełamî pirs

pêşkeşe bo: î. î. vasîlîyva, le pizîşkekanî nexoşxaney kiremlîn, le mosko
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  862 Dîtin
řakşabûm leser piştim,
duktorekem
marî şêrpencey ekuştim...
 
nałêm: wek daykêkî diłsoz
firmêskî bo heł’eřiştim,
bełam, tewaw wek kiçî xom,
destî exsite naw miştim,
be çawî piř le hestî cwan
eykird temaşay siruştim,
eypirsî lêm: «boç wa matî?
boç hemîşe xembar dyarî?»
bo min em pirse wek hengiwîn
etkaye ser lêw le zarî
bełam bo xuşkanî berdest
sîs kirdinî guł bû karî...
dû sê kiç bûn wek duktor xoy,
xemxiwarîyan lê ebarî,
nek her bo tîmarî derdim,
bo çareş, bo baẍçey zerdim!
***
bełê, duktor! xuşkan! matim,
her min nîm matî wiłatim,
lenaw hezarana, tak tak
lêwman heye pê bikenê
lay ême bo dinyay şadî
wa taze xełk hengaw enê!