yar

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1995 Dîtin
yar, yar!
şîrîn lence û lar!
çawim řwa,
sebirim swa,
hêzim lê biřa,
her nehatî, dernekewtî,
bo çî tu xwa?
yar, yar, şîrîn lence û lar!
***
jimardim gişt estêrey şew,
taq taq kerem kirde xew;
leber kizey bay sard tezîm,
legeł gełay dirext lerzîm,
awing wek gya teřî kirdim,
her nehatî, ewa mirdim...
çareřwanim,
perêşanim
peroşe gyanim...
sa bimgerê hêzî jyanim...
yar, yar, şîrîn lence û lar!
***
nîgam tînûy temaşate,
dadûrawî ser řêgate,
gwêm ’ezretî tirpey pête,
hemîşe arastey řête,
diłim piř tase û peroşe,
dozexêke û germî coşe,
yar, yar,
dermanî azar!