bo hîway kuřim

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 3 Xulek  3968 Dîtin
hîwa! megrî, henîskî nîweşew bes hełde, bes bigrî!
le çawî bê qerarim bo çî dermanî wenewz ebřî?
kuřî xom! korpełem! mîwanî dinyay taze xułqawim!
eda giryet be zerbey çiz, le řoḧî piř gilarawim!
çîye em girye bê ẍaye, kiřûzey nîweşew xurpên?
çîye em qetre wirdaney le çawit bê me’al eřjên?
legeł ew ẍunçe sawayey leser xełfî behar eřwê
çîye ferqit? leberçî ew hetakû sîs ebê enwê?
weku ew berxe biçkoley ke her êsta le dayk bû,
leber çî neş’eyî yarî hełt nadate ser paşû?
ełêy ew zeřneqûtey pepkemare ferşî hêlaney:
çi îşêke, kuřim, bo çî leser em hełkiřûzaney?
çîye tu xwa? çi sîřřêke weha meḧkûmî giryanî,
ke to hêşta le xem nagey? le me’nay girye nazanî?
eger wek bawke ḧesret dîdeket zehirit biçêjaye,
zeman gerdî emeltî gişt be dem bawe bipêjaye;
le naw kiłpe û biłêsey na’umêdî û ḧesreta yekser,
bisûtaye beharî ’umrî cwanît: hem guł û hem ber!
bełê, řołem, eger wek min kemêk bedbextîy îdrakîş,
le toyşî řeş bikirdaye, newek şew, řojî řûnakîş,
ḧeqit bû ’erş bilerzênî be nałey řoḧî piř êşt,
le estêrey sema bipjênî firmêskî diłî řêşt!
ḧeqit bû em hemû giryanî namefhûm û bê me’na:
zimanî best û teqrîrî şikatit bê le dest dinya!
ḧeqit bû bê wiçan bigrî beser tawanî bawkîma,
beḧir piřkey le tif, bîdey be nawçawanî bawkîma!
bełam, řołem! ke to êsta le fecrî zîndeganîtay,
le ber dergay telîsmî bextî mechûl û nîhanîtay:
be çî me’lûm be şwênî hîy mina eřjê çemî ’umirit?
seraser pêkenîn û xuřřemî nabê xemî ’umirit?
bełê, berxim! egerçî her wekû yek jînî gişt laye
le beynî bêşke wu qebra, biřînî ’eynî řêgaye!
hemû her qafłey bê îxtyarî serzemînêkîn
hemû dêyn û deřoyn, takû egeyn, ye’nî îtir emrîn,
welê koçî jyan koçêkî piř sîḧir û piř efsûne:
le yek serçawe dû qetre: yekê lêłe, yekê řûne!
heye wek min be ser diřka enê hengawî aware,
heye hî wayş ke ferşî jêrî pêy awrîşmî gułzare!
ewendey řoḧî me’yûs û melûl tarîk eka dinya,
ewendeş nûr le řoḧî şadewe eřjê beser serya!
kuřim! her wek le u’cûbey jyana bextî bed egrî,
şitêkîş - bextyarî - pêkenîn girtûye çwar dewrî!
be xořayî metirse, xem mexo, megrî le êstawe!
be çî me’lûm ke çî lew textî nawçawane nûsrawe?