nałey bêkar

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1576 Dîtin
ta hêzî bizûtin le leşma beguř bû,
min kuř bûm bo aẍa û aẍa bawkî kuř bû;
le «mandû nebûn»y serayşim waq wiř bû,
’emarî le berî teqelam piřpiř bû
«namexwa!» û «aferîn!» serî lê şêwanim,
diłsozî bo aẍa ewendey řetanim:
ta řadey ewpeřî şeketîy geyanim!
pekim kewt... nexoşîy leşî têk şikanim!
nexoşî nawcê bûm: bê şorba, bê derman,
bo ziman teřkirdin «nextêk aw!» emnałan,
ber gwêm kewt bawkî kuř «nek êsta, hîy caran!»
qîřandî: bo nayben fiřêy den le kołan!
ew destey le kołan geyşte firyay min
destê bû be toz û ’areqî îş çiłkin;
zor dûr bû lew deste xawêney wek hîy jin,
parûy çewr eglênê bê řencî îş kirdin!
ew deste çiłkiney dûlêwey teř kirdim,
diłopî firmêskî kewte ser řûy zerdim,
be qûtî demî xoy řaygirtim nemirdim:
řenicber bû, noker bû, hawpîşem, hawderdim!
ta řojî kewtinim geyşte şeş û ḧewt,
jûrserî bernedam hawderdî bê sirewt;
be zebrî diłsozî ewendem nizîk kewt:
petakem tûşî bû le lama ewîş xewt!
wa êsta ew kewtû, min le cê hełsawim,
kunawkun egêřim leşî têk şikawim;
le firman epirsê: zimanim, gwêm, çawim
bo qûtî řojî xom, hîy hawřêy damawim!
firmanêk, qey naka qursîş bê be şanim,
lejêrya lêk derçê gişt cumgey êsqanim,
her tya bê çen filsêk, hîç nebê bitwanim:
nan bikiřim bo xom û bo hawřêy nîwgyanim!
firmanê, ey komeł! firmanê, firmanê
bo derdî bêkarî çareyek, dermanê,
zor şerme le çerxî bîstema însanê
bê îş bê û sikî xoy hełuşê bo nanê!