dwa sirinc

bo qijziredî berderga, le sereřêy bendîxanema le mûsłewe bo hewlêr
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 3 Xulek  998 Dîtin
ey qijzerd! ey bejin û bała kełeget!
bo kiz řawestawî beramberî min?
bo destit nawete jêr çeney xefet,
le ’astî dîmenî derbederîy min?
***
ew çawe kałanet nîgay derbest bûn
leberçî egirne giriftarîy min?
sirinicit řûy demî pirs kirdinî řûn
ekate kelepçey destî dyarîy min?
***
ebînim: pepûley nyazî giftugo,
dûdił řawestawe le ser gułî lêw:
ax, xozge heł’efřî, emzanî axo
řaspêrîy çî pêye bo gyanî peşêw?
***
ey qijzerd! be bejnî nawdergagirtût,
herwekû peykerî şoxî xem xwarî!
melê bûm le baxçey hunera bê cût,
bo cwanîm řêk exist şî’rî diłdarî!
***
bełam ehremenî gełay bax sîs ker
bêzare le cûkey denûkî kurdî;
řawkerî daristan le bałdar pîs ker
cêy çîney lê tenîm be dawî wirdî...
***
wa êsta ebînî gîrodey dawim;
le berdem cwanêkî wek toy dił nerma,
legeł «gard» le «pas»da řawestênrawim,
ta daxî girantir xul ba le serma!
***
ey qijzerd, ey gerdin be naz largirtû,
dîwêkim le pasa toy, dîwêk baxe;
ekeme heç dîwêk nîgay arezû:
bo gyanî «qefesî»m serçawey axe!
***
bo lay bax eřwanim: behar wek perî
fistanî gya û gełay sewzî poşîwe;
zerd û sûr gułbaxî dawe le serî;
areqî ser kułmî diłopî zîwe!
***
bo lay to eřwanim, qijzerdî nazdar,
ebînim dû çawî naw řîzî birjang
pirşingêk egirne nîgay giriftar,
nemdîwe le gomî ber tirîfey mang!
***
pirşingî nîgayek ke le řûy řûnak
heł’estê û tîj ekşê ta naxî derûn,
kiłpey nwê exate kûrey ’eşqî pak
defrî gyan lîp eka le xozgey berbûn!
***
bełam ax, dû gardî çaw lêm dapçiřaw
çep û řast westawin bom duşminane,
kelepçey le desma tun kilîl diraw
nîşaney řêgame ke bo zîndane!
***
her ewem le dest dê, heta etwanim,
a lem hełwêsteda, hel be kar bênim;
wek tînûy çaw le aw be kuł biřwanim;
ew çawey têm biřîyt neytirûkênim,
***
bo ewey bitwanim le perdey bîrim
nîgarê hełkenim şêwey lêt biçê;
ta herçen gazî girt le leş zincîrim
azarim sûktir ka xeyałî kiçê:
ke şoxew qijzerde û bała řêk û berz,
#
xem xwarî nenase wek firîştey ’erz!