beharî paş baran

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1616 Dîtin
wişkeçem wek cewrî serdem hełsawe;
bergî sewz û nermî behar jakawe
her hêłî gasnî werdî kêłrawe
heta çaw biř eka cogeley awe
cûtyarî neqîzey dirêj serşan ner
berew mał leqeleq gay dawete ber!
ta ejno le quřda û kepenek beser,
bo řanî terîwî hełpe û xem leber,
mamey şwan, wekû xoy, berxî baweşî
teřteře û hełdestê hełm le leşî!
kiçanî kołegyay kułandin be koł
řuwew dê řewyun wek mamzî çoł
le aw hełkişawe pel û poy bałdar,
řenc eda fiřefiř nagate ser dar
tełanî naw baxî piř ferşî gyay sewz
lêławî baranaw kirdûye be ḧewz;
le lêwarî ḧewza gułałe û beybûn
sawan û elerzin le taw nuqum bûn!
dirextî hełûjey befir dapoşîw,
darsêwî řazawe be poylaney zîw,
hełałey werandûn tewjimî baran,
wek bûkî řût kiraw kewtûne giryan!
le berpêy nemamî çwaleda sewzaw
le řûmet tikawe řijawete aw
gułbaxî geşawey geła têk şikaw
be kułmya dête xwar areq le guław,
wek yarî şerminî des le mil aław
be gupçiř, derbazbûy şane û qij şêwaw!
***
emeye dîmenî paş weştî nîsan:
pê şêlî siteme gişt şitêkî cwan,
ta hewrî řûy asman diř eda û hetaw
aramîy şîrîntir exatewe naw!