darçiwaley pişkûtû

le geřaneweda be çemî qilyasana
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  873 Dîtin
le paş biřînî maweyekî dûr,
gyanî weřsî řêgay serewjûr
dî: «pas» kişaye naw pêçêkî lêj;
lay çep: çinarî barîk û dirêj
řep řawestabûn le kenarî řê,
serbazî pas bûn bo pişt serî kê?
řîzêk nemamî darçiwaley nazdar
ke řêk westabûn leser gyay behar
wek bûk endamyan le sûraw nabû,
lencey tawtawyan bo çipey ba bû
peřey hełałey çwaley sûrawřeng
carcar ewerî be xişey pêy heng,
herwek pepûley bał fiřefřiker
enîşte ser yek leser gyay sêber!
legeł lêşawî peřey guł barîn:
ba bû şepolî «bonxoşî»y çîn çîn
***
çemî tanceřoy serdemî nîsan
piře le wêney siruştîy cwan cwan;
bełam min çawim gêřa xwar û jûr,
le řîzedarî çwaley tara sûr
cwantirim nedî wek bûk westabê,
seyrangay çemî wa pê awa bê!