beserhatî estêreyek

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1463 Dîtin
bangî şêwan: le asmanî xorinşîn,
estêreyek ecrîwênê: geş, şîrîn!
dewr û piştî deryay şîne û be tenya
sirinc eda le êwarey řûy dinya!
le pirşingya heye şêwey çawî kał,
le lerzînya zerdexeney lêwî ał!
wek ew gułey eyda le ser nazdarê,
têr nabê lêy her çawê boy enwařê!
minîş yekê lew temaşakeranem,
dił gîrodey em cwanîy êwaranem;
leser girdê beramberî ewestim,
keylî bizey ebê sirincî mestim!
tarîk daye... estêrey tir ber û dwa
fiřê eden çarşêw le ’astî dinya
bełam êsta ew espayî, berewxiwar
heł exlîskê, kizkiz, egate lêwar;
lêwî tînûy kel wek diłop eymjê,
ey daxekem, mergî nîştin eykujê!
em estêre, beserhatî diłgîrî
le kam řoḧa nabziwênê sa zwîrî?!