ey gelawêj
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
1 Xulek
2019 Dîtin
be şew geşt û guzarî xatîrat herwek şiney şewba,
le řoḧî piř te’essurma eka sehrey xefet berpa;
ełêy beḧrêkî qûł û menge dinyay piř le bêdengî,
beserya hajehaj eřjê enînim sozî ahengî!
heta ser řûy zewî çîn çîn newîwe perdeyî tarî,
le xoyşim dyar nîye wêney diłopî eşkî bêdarî!
diłim wa gêj eda gerdawî ye’is û na’umêdîy řeş,
meger to bêyte îmdadim, gelawêj, ey sitarey geş!
meger to, ey gelawêj, ey bizey lêwî seḧergahan!
meger to bisrewênî qułpî êşî qelbî bê saman!
le çawî towe pirşingê egate řoḧî bedbextim,
eka mestî tesellî ta şewî dwayî serî sextim!
desa ey şa sitare, ey gelawêjî geş û taban
ke hełhatî be egrîcet bişo çawî şewî giryan!