şewêkî behar
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
2 Xulek
1472 Dîtin
tarîke şewê: nuqmî řeşî çîhreyî dinya,
dîlî temî esrar bû der û deştî ḧeqayq,
çûbûne pena perdeyî xew, kewn û xelayq
musteẍrîqî endêşe ebû sahîrî tenya!
tarîkî, temî deştî dił û taneyî ser çaw,
şabałî pexiş kirdibû takû ebedîyet
bêdengî le çwar lawe muhacîm we xiroşaw,
wek zułmetî şew neybû ewîş nûk û nîhayet
carcar le ufuq řa’eweşa şîrî birûske,
girmey ẍezebî gwêy keř ekird hewretrîşqe;
baran seretay řîqqetî bû: nim nim egrya,
westabû zewî tînû, zelîlane le berya!
emca be xuřem barî, lepaş yek dû deqîqe,
afatî emel řeş bû, nema pêwe tirûske!
tawtaw lêy eda tepłî humûm terze be aheng;
wextê ke ehat ḧemleyî ba tung û xiroşan,
eyřişte diłî pyawî sebûr kełkełeyî ceng,
herwek diłî xewwafî etirsan û elerzan!
lem ḧałeteda řoḧim wekû çawî gilawî,
anêkî be qed sałê piřî zehrî elem bû;
naga: hemîsan nîştewe lafawî tebî’et,
ahîste... nema zelzele û ne’reyî ḧîddet!
kewte tenkîy hewrî řeş û çiłkinî pêşû,
elwanî qezeḧ têkełî bû, kun buwe nawî;
estêreyekî cwanî geşî piř le tebessum
derkewt û geyşit lêwe be dił zewqî temaşa
beḧrî hewes û şewqim weha hate telatum:
bo seyrî cemal kirdinî dinyayî beyanî,
hêşta şewî zor mabû ke min kewtime seḧra,
wek şêt... bełam şêtî şî’ir, şêtî cwanî!