dîmenêkî behar

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1655 Dîtin
em la yek pełe, ewla yek pełe: hewrî řengawřeng;
le naweřasta: bedem asowe řojî şox û şeng!
sewzegya paraw, guł û gułałe mestî řeng û bo,
dirext taze şîn, ser liq řazawey guł, geła, çiro
sertapay çîmen der’eda çîn çîn mirwarîy awing,
çeşnî taray sewz edrewşêtewe, lêy etkê pirşing
nesîmî bon xoş, kizebay fênk, wek neway îlham
semay cwanîy perîy tebî’et dênête encam!
qaspe qaspî kew, neẍmey çoleke û bulbulî deng xoş
pyałeyî neş’e, ḧetta be řoḧî berdîş eka noş!
wek bigrî bekuł dinyay sermestî qaqay pêkenîn,
le hemû ’astê firmêskî kanîy germî hełqułîn!
***
melî serbinçik, pel û po řengîn! xo min heło nîm,
lêm mefiřn cût cût, metirsin axir, pêtan biłêm çîm:
minîş wek êwe le dinyay gewre gerdêkim biçûk,
ḧetta naştiwanim bifiřim, bixiwênim, be bał, be denûk!
bełam wek êwe le diłma egřê meylî serbestî;
emeş ayînim wek ayîntane: herdeperistî!