cwab bo cenab

Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1333 Dîtin
ey «jyan» paş şikayetî dûrî;
maç ke çawî cenabî şêx nûrîNava taybet!
maç ke çawî be tasewe, ke cenab
dersî ewweł geyşte xetmî kîtab!...
řiste şî’rî řewac û qîmetdar,
bawkî to bû binêrî bo bazař,
řaste êsteş be dosye û defter
daxrawe le mêşkî şeş der...
lakîn axo çi şa’îrêkî tir,
şî’re pîşey be da’îmî, serumiř?
bawkite, toy, minim, eme ya ew
hewłî: nane be řoj û şî’re be şew
çarenûsî beşî ezelman, dad,
pîşeye ke şî’rutin: berbad!
«mi’ ma fîhErebî» tebî’etî şa’îr,
ne wezîfe û zerûretî qahîr,
ne biřînî ziman û pel bestin
bulbulî men’ eka le meylî witin!