hełbestî derûn

Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  2545 Dîtin
herçen ekem ew xeyałey pêy mestim,
bom naxrête naw çwarçêwey hełbestim!
lêkdanewey derûn, qisey zimanim:
bo çî weha dûrin le yek? nazanim!
emwîst derûn bikirayewe wek tomar
derkewtaye dinyay cwantir le behar,
derkewtaye: awat, hîwa, xewbînîn...
pirşingidartir le estêrey qubey şîn!
derkewtaye: manay mengî deryayî,
ke nermeba le řûy eda espayî
derkewtaye ew dinyaye ke şî’rî
bê firmêske û zortir le firmêsk egrî
zerdexeney bê awêney dem û çaw
tîjgêk eda řûnaktire le hetaw!...
bełam efsûs! ke ew şî’re cwanane
bałdarêkin cê nahêłn hêlane,
le nawewe ecrîwênin, exwênin
hergîz qełem be kaẍeza nahênin!