derwêş ’ebdułła
bo firîştey mosîqa
Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
2 Xulek
4402 Dîtin
be řengî zerd û şêwey dest û şimşałî kiza, derwêş!
ḧezim kird besteyek bibyem seraser ḧuzin û matem bê,
le sîmata bedîm kird heykelî ’umrêkî ḧesret kêş,
weha dyare ke bextit aşyanî bulbulî xem bê!
bełê, dyare, le naw qewmî besîta qedrî sin’etkar
wekû ’eksî qemer waye le naw ḧewzêkî lîxnida,
bełam textî řufah û tacî ḧurmet mîlletî huşyar
be ustadê eda wek to le naw şimşałî kun kunda
seḧer bênête giryan û qise, sîḧrî perîy neẍme!
biray derwêş! ezanim bo me’îşet wêł û awarey,
be zehrî na’îlacîte le nakes wîstinî luqme,
be mirdinte ke gwêy naşî exnikênê xiroşî ney!
bełam çî bikeyn le nawçawî řeşî be’zê zekay gewre,
wekû towî gułî dem ba leser berdêkî řeq eřwên,
eger xîlqet nesîbî ’umrî toy meḧkûmî em dewre
nekirdaye, xwa ’alim, le kam ’erişt esû dawên?!
ne ḧerfî mektebêkit xwênd, ne ustadê pelî girtî,
sîrf berzîy zeka em sin’etey fêr kird be şimşałit,
hemû weznêkî goranî, le tûlanî heta kurtî,
be serpencey huner kirdit be dîlî koşşî załit!
***
ewendem bîst le mosîqa xiroşî řoḧî bêgane
mîzacî kurdewarîm têkçuwe, derwêş ’ebdułłaNava taybet,
dexîlit bim desa bew lawik û ay ay û ḧeyrane
şepolî zewqî mîllî piř derûnî mat û çołim ke!
le bîthovinNava taybet gelê zyatir be řoḧim aşnay, wełła
de ey derwêş sikałayek legeł řoḧî kiłołim ke!