bo salim
Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
1 Xulek
1507 Dîtin
be yadî to egrê destî ’aczim xame
dehayî řoşin û berizit egate îmdadim,
huner nîye ke enałê řubabî înşadim,
tezekkurt sebebî sanîḧat û îlhame!
le da’îrey selefa ey qerîḧe řûn û řewan,
kesim nedî ke wekû to xuřey bê ahengî,
be ḧuznî piř le bedî’e wekû kelîmNava taybet giryan,
egerçî wêneyî ḧafizNava taybet be ẍelẍele û şengî...
le asmanî fexirda şî’ir bû bałêkit,
ewî tirit be tebî’et şi’ûrî mîllî bû,
le şewqî ḧusnî bitê bû eger xeyałêkit,
ewî tirit xem û ’eşqî weten me’alî bû.
nebû feřî le nîgahî ẍerîbta taran,
serîr û efserî şahît ekird fîdayî wiłat,
ke kewte penceyî ẍedir û cewr zewîy babanNava taybet,
beqed ẍedir ẍezelit wit, beqed cewr ebyat!
witit be ḧezretî nalîKes řefîqî derbederit:
«xeyałî ’ewdetî mułkî esîr nexeyte serit
zelîlî necim û hîlale, şewe silêmanîCih
ẍurûbî kirdewe řojî şikohî babanî...»
binû le qebre keta musterîḧ be ey salimKes,
le to kurditre êsta nezan heta ’alim!