bo gewreyekî şî’irdost
Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
2 Xulek
1604 Dîtin
şî’rî cwanit ewê? qurban, şî’rî cwan?
şî’rêk geşe û zerdexene ba be jyan!
şî’rê çeşnî estêre bicrîwênê,
řûn bê, naxî deryay derûn binwênê,
wek bulbulî naw hêlaney germ wiguř,
asûde bê û beste biłê serumiř!
şî’rê ke wek sawa nazdar û cwan bê
xorakî goştî dił, şîley jyan bê!
şî’rê ke her dengêkî ziringey zeng bê
her kertêkî nexşêkî řengawřeng bê!
şî’rê gyanî tya bê û bijî û bibziwê,
zubanî dił bizanê û baş pêy bidwê
qurban, řastit ewê min û şî’rî wa
çeşnî ’ecem ełê «kuca merḧeba!»?
le pêş hemû şitêka çunkî kurdim,
çolekey naw hezaran dawî wirdim,
bałî fiřîn, denûkî hawarkirdin,
zyatir çeqom nizîk exa le gerdin!
bulbulîş bim madam qefesim tenge,
zimanim lał, neẍmey şî’irim bê denge!
cige leweş le hemû şit xiraptir:
dił xałîye, kûrem tya nîye agir,
peřey diłê zamdar nebê be tîrî
xway diłdarî, zuhrey cwanî zincîrî
legeł řîşe û řegî ne’ałozabê,
diłê pîrîy xoy lêdabê û řizabê...
ew diłe, key cêgay perîy îlhame?
goştî bê gyan xoy kame, şî’rî kame?
le paşana, qurban řenge bizanî,
me’mûrêkî biçûk, wek min, jyanî
gerdin keçî nane, ḧukûmet, nanîş
boy jem be jem ḧîsab eka bepêy îş!
ta şan û mil wek qeydî kon toz negrê
îş bo mîrî, sema bo jûrdest nekirê
ta mandû bûn, na kifirim kird, ta mirdin,
key bo me’murir elwê, qurban, nan xwardin?
mêşkê awa derdî sik endêşey bê,
le naw deryay îşa gêre û kêşey bê,
key çaw be dinyay cwanîya bigêřê,
herçîy bînî bîxate pênc şeş dêřê?!
emca, qurban, hîwam heye le «goran»
îtir dawa neken hełbestî cwan cwan!
beser şî’ra kesê załe serbest bê,
berełła bê, be ’areqî ’eşq mest bê,
bo min weha elwê îtir xamoş bim,
ba le meydan win bim û feramoş bim!