cîlwey şano

bo perîy sema
Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
 3 Xulek  1344 Dîtin
le cergî perdewe tik tik diłopî ’ûd eřja,
be nûkî te’sîrî
tereb ehate xiroş, tal’î sirûr epja!
be ahî diłgîrî:
keman - şehîq û zefîrî firîşteyî elḧan -
ekewte naw diłî mirdûyş henaseyî heyecan!
 
:newayî mosîqî,
ke mexrecî sîḧrî
telêke pê’ekenê ya kunêke ḧuzin egrî,
be sozî teşwîqî,
 
:meta’îbî guzeran,
hêwaş hêwaş etkête derûnî nîsyanêk
ke řemzî lezzete, mîftaḧe bo telîsmî jyan,
jyanî însanêk!
***
le piř ke bałî řeşî hełbiřî qelî perde:
perîy cwanî, firîştey semayî nadîde,
le ’erşî şanoda
be ’îşwe peyda bû:
nîgahî mest wekû şu’leyî hîdayetî sewda
tebessumî mutewalî şîfay hîway mirdû
îşaretî hemû nutqî fesîḧ û elḧanî
wekû kîtabî muqeddes biłind û řoḧanî!
 
be sin’etêk eleqê pûzî wek sitûnî sipî,
we pêy biçûkî meharet le erdî zerbe eda,
be dił bwaye ze’îf bû metanetî dinya
le jêrya etepî!
 
çi cwan dû bałî bilûrîn wekû liqî meřmeř
nerim nerim elerî,
şepolî lê ewerî
şepolî sin’et û îlham, şepolî cîlwe û feř!
ke çawî asmanî
le beḧrî bê bin û duřřî xeyałî berz ebřî,
ekewte lerzî letafet leranewey cwanî:
leşî le kułmewe ta singî nerim û memkî xiřî,
kułim ke mîweyeke ał û mizrî serliqî leş
we nermî sîne ke laney xewêke yezdanî
- xewî ’îşq, giřî ’îşqî hemîşe girpe û geş! -
we goy memk ke temas û guşînî wek dugmey
elektirîk, anî
exate ser řegî leş karebayekî oxey!
demêk ebû be şiney ba, be řewtî nerim û nyan,
demêk ebû be peřêkî xefîfî awrîşmîn:
be gerdelûlê ḧezîn
ekewte ber cereyan bê qerar û sergerdan!
sema, semay sin’et:
ḧeyatî cwanî, cemalî bizûtin û gyanî
wicûdî ’îşwe û naz,
le xwawe behreyeke piř be pêste bo afret;
ewîş be sed î’caz
zyay sirûr eřjênête jînî însanî!
***
fîdat ebim jinî cwan, ey cemalî sin’et kar,
bełê! delîlî se’adet exeyte pêş enzar,
bełam hemû tawê
dewam eka... le piřêka wekû melî awat
ke to fiřîyt heyhat!
ewîş le perde epêçrê, nîşaneyek, nawê
le to bimênê: penaye be xatrey me’yûs,
welê le ew, le se’adet: sifir... sifir... efsûs!