ta ce daxî taq ciftî xemenan

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  635 Dîtin
ta ce «daxî» taq, ciftî xemenan
řas bała çun çoy çewgan çemenan
şemał we xizmet ew zaman xeter
bişo, er persaş êdiş cwaw der:
gîrodey azar sextî fîraqen
her çend muştaqî ênde muştaqen
bełam tawî seyl derdekey dûrît
lafawî hûnaw řencî mehcûrît
tanceroy ey çem, sîrwanî ew çem
coşawê we hem ey çem ta ew çem
kełek hurimda nimaza dew lêş
řay amam newî pa binyew ew pêş