şî’rî karîkatêr

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  620 Dîtin
beyanî bû le «kanêskanCih»
be çawî xom
«qe’qa’»m dî
birûskeye û şaław eba
aza, aza
her xoy aza
dête pêşê
qijî kiçêkî qutabîy
syanze sałan řa’ekêşê!
- helhule, helhule, helhule
nîweřo bû lenaw qeyserî neqîbda
be çawî xom:
«se’dîy kuřî weqasKes»m dî
tîr le çawyewe ebarî
le bazařî mangirtûda
qifłî dûkanêkî şikan
çuwe jurê
aza, aza
wextê lew ser hate derê
areqî zorî řiştibû
bem dest çend tebeqê hêlke û
bew destî tir çekekey xoy
hełgirtibû
- helhule, helhule, helhule!