sêwekey dił

bo şehîd «cemalî ’elî bapîr»
Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  624 Dîtin
eger le çyatan pirsî:
«cemalKes» kêye?
lûtkey xoytan
nîşan eda!
eger le řûbartan pirsî:
«cemal» kêye?
ełê gwê le xuře û hajem bigirin!
eger le baxantan pirsî:
«cemal» kêye?
ełên: bonî
gułbaxî ser
çiłanman ken!
eger le řûte û hejarî
em kurdistaneş epirsin:
«cemal» kêye?
hemû têkřa
destî çepyan
exene ser:
sêwekey dił!