heres

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  638 Dîtin
lebîrtane?!
sałî herestan lebîre?!
lebîrtane?!
ew beyanîyey ke hestayn
çawman giłofit
seyrman kird:
şaxekan: tifman lê eken
daristan: piştiman tê eken
gund, çemołeman lê enê
şarîş pêman pê’ekenê
lebîrtane?!
çekekanman be sermanda
çon egryan
pařanewe
dawênyan girtîn ke neřoyn.
lebîrtane?
be zor, be zor
desman bestin
demman bestin
le «mexfer» û «padgakan»da
yek yek
gořman bo hełkendin!
lebîrtane?
ledway heres
pence: le qełem etirsa
biro: le birjang etirsa
destî çep le
destî řast û
hengaw le řêge etirsa!
lebîrtane?
ledway heres
ew serdeme
ke piłingan çûnewe şax
wextê bize
kewtewe ser lêwî qendîl
bangî sefîn
geyştewe gwêy qeredaẍ.
lebîrtane?!
ew serdeme
ledway heres
kes nebû kes
cige le hełoy komełe
lebîrtane?!