şî’rî karîkatêr

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  623 views
beyanî bû le «kanêskanLocation»
be çawî xom
«qe’qa’»m dî
birûskeye û şaław eba
aza, aza
her xoy aza
dête pêşê
qijî kiçêkî qutabîy
syanze sałan řa’ekêşê!
- helhule, helhule, helhule
nîweřo bû lenaw qeyserî neqîbda
be çawî xom:
«se’dîy kuřî weqasPerson»m dî
tîr le çawyewe ebarî
le bazařî mangirtûda
qifłî dûkanêkî şikan
çuwe jurê
aza, aza
wextê lew ser hate derê
areqî zorî řiştibû
bem dest çend tebeqê hêlke û
bew destî tir çekekey xoy
hełgirtibû
- helhule, helhule, helhule!