hêlane

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  744 views
çend řojêke
cûtê kotir, kotreşînke
taqî pencerey hewayîy jûrekemyan
tenya jûrî małekemyan
lew dîwewe
kirdote hêlane bo xo
beyekewe egmênin
be denûk eden le şûşe
wek ḧez biken bimandiwênin
eyanbînim:
çawî bademî zerdibawyan
ebřine çawî xemgînim
be małî nwêy
pişt le givey ber řeşeba
bextyarin
ne tînû, ne birsîyane
mil le bałî yek heł’esûn
bałefřêy xoşîyane.
ey cûte kotreşînkeke!
min nazanim le kam mełbendewe hatûn
kam řêgay dûrtan biřîwe
awaren û hêlanetan lê şêwawe
çîtan dîwe!
min nazanim! bełam ey dax
ey cûte kotreşînkeke
ey dax, ey dax
temenî em şadîyetan
êcgar kurte
ey cûte kotreşînkeke
ey nabînin demuçawim
ełêy kanîyeke wişk û
pestîm hewre û daypoşîwe
ey nabînin diłim ełêy
şemameyekî guşrawe û
nîgay teřî xoy nesřîwe
ey cûte kotreşînkeke
bał lêk meden, megmênin
beyanîy dên
nazîyekan dên, em geřeke
jûrekem û jûreketan
eřûxênin!