goranîyekî dawakiraw

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  652 Dîtin
dwanze sałe û hemû řojê
lem wiłate ẍemgîneda
řijêmî xwên û sêdare
daykê, xuşkê
le pirçewe heł’egrêt û
le řengî řeşî pirseyan heł’ekêşê.
temaşa ken: bergyan şewe û
estêrey serî biřřawî
birakanyan, bawkyan, mêrdyan
leser singyan ecrîwênin.
temaşa ken: ew serane
çaw le çawî
şořişgêřan natrûkênin.
pêş dwanze sał
řeşpoşekan ejmêrdiran û
her ewendey
liq û çiłî dirextêkî řûtawe bûn
ejmêrdiran û her ewendey
derga û pencerey gundêkî
şaxnişînî çewsawe bûn.
ey îstake çî ejmêrî?!
yeke yeke sinewberî
«swaretûkey» çaw hełwerîw
çon ejmêrî?!
yeke yeke
eşkewtî naw şax û kêwî
hetaw nedîw çon ejmêrî?!
dwanze sałe û hemû řojê
řijêmî merg
gułêk, mangêk
şî’rêkî taze ekujê.
dwanze sałe û hemû řojê
em wiłate ẍemgîneman
le pirsey kanîyek, girdêk
baxçeyekya da’enîşê
ey wiłate ẍemgînekem çaw hełbiře:
gizing le bizey kazîwey
ew lêwanet hergîz mebře
temaşa ke: lem şeweda
xwênî şehîd
baranî tûş
deştî gułałe eřwênin.
temaşa ke: hîwa bulbulêkî sewze û
efřê û leser çekî şanî
pêşmergekan bot exwênê.
ey wiłate ẍemgînekem:
faşsitekan
ke dirextêkit ser’ebiřn
daristanê le xoyan eken be dujmin.
ke kanîyekit ekujin
zoryan le tînwanda emirin.
ey wiłate ẍemgînekem:
to gwê bigre
wa hełoy sûr
çirîkeyan piř be asmanî fiřîne
goranîyan bałî tîşkî agirîne.
ewa pol pol
le dewrî serî to exulênewe
em sirûde ełênewe:
wek sibeynê ew řoje dê
dayk û xuşke řeşpoşekan
bibin be baxî zerd û sûr
pelkeřengîne leber ken
ew řoje dê
kanî û guł û şî’rî cwanîş
hergîz nemrê.