maławayî
Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
2 Xulek
1287 Dîtin
hewrazî kûř: piştî şaxêkî be’umre
bo pêşmerge danewîwe
êwareye
řêçke û řîzî yek ledway yek
berew binarî ew dîw
deng: her piřmey
wiłaxêke û wirdeberd û zîxî jêr pê
bêdeng, bêdeng
be ser peyjey daneberda
em karwane kiř û mate ser ekewê
be ser piştî wiłaxekey pêşengewe
termî şehîd
dû destî şoř berew zewî
- ho biniçkî qij xoławîy
eme zamêkî tazeye û lêy nekewî.
êwareye.
xor wênekêşêke lawaz
destî dwatîşk dirêj eka û
be’astemê
zerdeřengê
eda le lûley tifeng û
yałî xwênawîy wiłax û
înca îtir çaw lêk enê
- ho şemałî tozê bizêw!
pele meke û agat lê bê
eme zamêkî tazeye û
ba kakoł û qijî řeşî ne’ałozkê
êwareye
wa lûtke çetrî hewrêkî zor be nizmî
leser serî xoy hełdawe
- ho lûtkey berz!
ewa îste egene lat
mil hełbiře û bew hewre tenyaye biłê
ke geyştine sêberekey
nime nime ba bibarê
mil hełbiře û sûk pêy biłê
şehîdêkyan legełdaye
eřwatewe bo dêkey xoy
lewê enwê
sûk pêy biłê
şehîdêke zor tînûyetî û awî ewê.
bo pêşmerge danewîwe
êwareye
řêçke û řîzî yek ledway yek
berew binarî ew dîw
deng: her piřmey
wiłaxêke û wirdeberd û zîxî jêr pê
bêdeng, bêdeng
be ser peyjey daneberda
em karwane kiř û mate ser ekewê
be ser piştî wiłaxekey pêşengewe
termî şehîd
dû destî şoř berew zewî
- ho biniçkî qij xoławîy
eme zamêkî tazeye û lêy nekewî.
êwareye.
xor wênekêşêke lawaz
destî dwatîşk dirêj eka û
be’astemê
zerdeřengê
eda le lûley tifeng û
yałî xwênawîy wiłax û
înca îtir çaw lêk enê
- ho şemałî tozê bizêw!
pele meke û agat lê bê
eme zamêkî tazeye û
ba kakoł û qijî řeşî ne’ałozkê
êwareye
wa lûtke çetrî hewrêkî zor be nizmî
leser serî xoy hełdawe
- ho lûtkey berz!
ewa îste egene lat
mil hełbiře û bew hewre tenyaye biłê
ke geyştine sêberekey
nime nime ba bibarê
mil hełbiře û sûk pêy biłê
şehîdêkyan legełdaye
eřwatewe bo dêkey xoy
lewê enwê
sûk pêy biłê
şehîdêke zor tînûyetî û awî ewê.