kam řêbwar

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  694 Dîtin
başe kestan heta îste
le tûleřê û
hewrazeřê û
şeqameřêtan pirsîwe:
çi řêbwarê
sał dwanzey mang
wek estêre
wek bałinde, wekû hewr
çawî le tanupotane?!
çi řêbwarê
wekû dirext
wek taşeberd
wek mêrg û werd
etandiwênê û legełtane?
min le tîpî penca û yekim
le «cewle» bûm
lem ser henasey befirim bird
bo germyan
lew ser giřem hênayewe
bo řêwasî qaç tezîwî
gewrey kwêstan.
be her layekda têpeřîm
be her řêgeyek geyştim
ewem pirsî:
tûleřêyek boreqnekşaw, pêçxiwardû heta ser
piley mile
le pêçêkda way pê witim:
- ew řêbware êcgar êcgar
xoşewîste
ke řojane be sermana
eřwat û dê
aw řawestê, řanawestê
be teqełî gewrey hengaw
deşt be şax û
şax be deştewe edûrê.
dîsanewe řêyekî tir
hewrazeřê
řêyekî tir
şeqameřê
hemû wityan:
- le hemûtan xoşewîstitir
řêbwarêke
ke bist be bist
emannasê
nehênîy ew
lay êmeye
ew řêbwareş
her teterî pêşmergeye!
* * *
ey teterî hawřêy «ba»
ey hawřêy germa û serma
to yekêkî û hemûmanî.
to hemûmanî û yekêkî.
lem ser, lew ser
to postey řaz û nehênîy
hemûmanit le miştaye
şîrîn û tał
sozî dayk
tasey bira
xozgey xuşk û
şewqî pirsî jin û mindał.
bonî xoşî dezgîranman bo ehênê
maçekanman legeł xota ebeytewe.
şî’rî hêşta qij xwênawî
naw zîndanman bo ehênî û
lem ser namey
baxêkî azadkirawman ebeytewe.
ey teterî hawřêy aw!
hawřêy sêber, hawřêy hetaw!
to hemûmanî û yekêkî
to yekêkî û hemûmanî,
to ew kesey min bizanim
wek her be pêwe jyawî
ebê her be pêweş bimrî.