9

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  869 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 9
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
ew řojaney
ke yekemîn poleheło
be daristanî agirda řet ebûn û
diřyan eda be dîwarî nêze û çeqo
ew řojaney be bałî sûr
pełehewryan xwênawî kird
le tarîkîy şar û gunda
çiray çawî xoyan hełkird
ew řojane:
pyawanî pût
kełeşêre bezîwekan
le henderan
zaryan bo bextî nehatî kurd heł eda!
leser meseley řeway kurd!
lenaw yekda
çełemişkêneyan ekird
ger taqetîşyan biçwaye
yekî mêşkujêkyan pê bû
mêşyan ekuşt!
* * *
hawřêkem
boy nûsîbûm
hatin.. birdyan
wityan tenha deqîqeyek
daykî leber dergakeda hełtiruşka
deqîqeyek bû be mangê
bû be sałê
deqîqeyek bû be ḧewt sał
dwê êware
legeł xełk û xway geřekda
daykîman naşt!
* * *
le hawřêkem negeřan
heta řojê demuçawyan
xiste ber des peykertaşê
bo ewey têkî batewe û
ser lenwê bîtaşêtewe
hawřêkem!
demuçawî xoy le teşwê
řapsikan û
çuwe pał heło sûrekan!