8

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  902 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 8
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
direnge.. direnge.. direnge.. direnge..
zor direnge
mêjû řûy ekirde xwên û way pê ewt.
řêwbanekan řûyan ekirde řêbwar û
wayan ewt
abřû ebû be afretê qij’ałozkaw
berokdiřaw..
yexey şar û gundî egirt, ewey ewt.
wişekan řûyan ekirde qełemekan
wayan ewt.
mindałekan řûyan ekirde gewrekan
wayan ewt:
direnge.. direnge.. direnge.. direnge..
zor direnge
* * *
şurey çîn û herem û koşkekey babil
yekem car tenha berdêk bû
binaẍeyan
ew şaxewaney yekem car
serkewte ser lutkey eviristCih
çokî dada bew çyaye
ewîş tenha be yek hengaw
destî pê kird.
hawřêkem!
kanîyekanî wiłatekem xoşewîstin
le hemûyan xoşewîstir
ew kanîyey
tînwêtî zorî şikandûm.
baxekanî wiłatekem xoşewîstin
xoşewîstir le hemûyan
ew baxçeyey
berî zortir bo geyandûm.
mamostayanî wiłatim xoşewîstin
le hemûyan xoşewîstir
ew mamostayey yekem car
fêrî yekem ḧerfî kirdûm.
hawřêkem!
şehîdanî wiłatekem têkřa hemû xoşewîstin
le hemûyan xoşewîstir
ew şehîdaney yekem car
tirsî mergyan
bo bezandûm!
* * *
tirs jûrêke daxraw
be çirpe basî hetawî têda ekirê
tirs pořêkî ẍemgînî hełkurmawe
wekû bałî- kinaçe- yan hełkêşawe
kêrd bebê kîyf egeřêt û ser bedergay
hemû birînêkda ekat.
ser ekewête ser kej û, hewar, hewar
bo berew xwar řapêç ekat.
kêrd qînêkî řeşî tîje
zimanî kurdî ebřêt û
guł le baxçe û deẍił le kêłge der’ekat.
«mameyare» le goř ehênête derê û
- ’egalêkî- leser ekat.
kêrd qînêkî pendixurawey demê sałe
wa berbuwe
eřwa eřwa û řa’emałê û
êsk û piruskî «mewlewîKes» û
darbeřokan beyekewe řa’emałê.
* * *
tirs jûrêke daxraw
be çirpe basî hetawî têda ekirê
çirpe ełê:
lem beyneda çend hełoyek řenge şêt bin
çûnewe şax em hełoyane le řeng û
şêwey bał û denûkyanda.
le hełokanî tir naçin.
eman sûrin
ewan bor bûn
wek efsanen: der ekewn û win ebin.
win ebin û der ekewn. tînûyan bû
le estêrkî çawî yektir exonewe.
birsîyan bû goştî řanî xoyan exon
be řoj enûn be şew eřon
lenaw kunegurgekanda řa’ekşên
pêşbiřkê legeł şepol û «ba»da eken
lutke lejêr bałyanaye.
ełên:
em heło sûrane. leser pişko kiř ekewn
birûskeyan lenaw hewra derhênawe û
xistûyanete derûnî xoyanewe
ełên:
em heło sûrane be şewî ziryan û befir
hêlaneyan egwêznewe.
leser lutkeş nebê namirin.
beçkekanyan lenaw gerdelûlda nebê qet bał nagirin
dostî hemû biniçkêkin.
ełên:
em heło sûrane
eger řêyan kewte gundê, tenha mele hejarekan
le ziman û hełfiřînî ewan egen
em hełoyane zor seyrin.
nan bo mele hejarekan ekenewe û nanyan naxon
em hełoyane efsanen
le şepolda gera exen
çirpe ełên: maweyeke şaxî qendîl
lenaw hemû şaxekanda
be tenha ew pê ekenê
bînîwyane: çîtî hewrêkî guł gułîy
«ser» bestêtî
bînîwyane û xoy wituyetî
boye awa diłî xoşe
çunke hełoy sûrî dastan mîwanêtî!
* * *
tirs wekû girê qułfey petêkî şile le milda
deng hełbiřî girê eçêtewe yek û mil da’ebřê.
çirpe ełên: kêrdî řawçî
qaqa be heło sûrekan pê ekenê
çirpe ełên: gwêyan lê buwe witwêtî:
carêkî tir ger bîst heło
çûnewe naw diłî şax û
bejêr hewrî mina fiřîn
carêkî tir ger bîst heło
nizarêkyan kird be dost û
derbendêkyan kird be aşna
ewsa ebê minî çeqo
xom leser tawêre berdê bişkênim û
neybînmewe pêkenînî kej û çya!
* * *
hawřêkem, şa’îr nîye, mamostay seretayîye
bîst sałe ḧerf eçênê.
hemû řojê pencereyek,
leser diłêkî biçkole ekatewe.
bîst sałe dêrawî řistey naw diřkudał,
naw berdełan, be pence heł edatewe.
hemû řojê le tarîkî heł enutê û waznahênê
hemû řojê beser řêgey tebaşîra
dêt û eçê û toz çawîlkekey exwat û
waz nahênê.
hawřêkem, şa’îr nîye
bełam - kanî - ew ḧerfaney
lay şa’îre, em eçête nawyanewe.
xiştî wişe der’ehênê û řîzyan eka.
jûrî řûnak û çilçira lew wişane dirust eka.
hawřêkem hefte û hefte
nameyekî qijtozawîm bo enêrê
hawřêkem benaw xem û pêkenînda çaw egêřê
herçî bînî bom enûsê
henasey goyje exate naw namewe û bom enêrê
awingî çawî tancerom bo enêrê
deng û řengî hełokanim bo enêrê
hawřêkem şa’îr nîye, mamostaye
bełam le şî’ir cwantirîş, le diłyaye!
* * *
hawřêkem
nameyekî bo nardibûm
hefteyek bû
hêşta çawî,
wişey teř bû
boy nûsîbûm:
berebeyanêkî payîz le paytexta
ew katey seretay řêçkey,
xołemêşîy, kirêkare xemawêkan
le şeqam û gořepanda
berebere der’ekewtin
ew katey yekem newresî dîcle efřê û
şepolekan çaw heł ebiřn
lew kateda
ferman dira
sê hełoy sûrman serbiřn!
* * *
dîcle witî: meyankujin
şepolim wa le diłyana
newres witî: meyankujin
fiřînim wa le gyanyana
- seru- witî: meyankujin
sewzîm lenaw çawyanaye
hewr witî: meyankujin
girmem lenaw dengyanaye
mêjûş witî: meyankujin
řêgem lenaw seryanaye
seryan biřîn
* * *
bełam heta seryan biřîn
her berz efřîn
heło le asmana nebê namrê
leser sêdarey xoy nebê
lenger nagrê
* * *
ew řojey kêrd le paytexta
sê hełoy kuşt
le «qendîl»da
bîst bałî girt!.
* * *
asman ełê estêreyekim kwêr eken
le qubema dey tir hełdên
zemîn ełê dirextêkim ebřinewe
le bêşemda dey tir eřwên
toş serçawe!
kanîyekit lê wişk eken
lebnarta deyanî tir heł equłên
* * *
sałî: kitêb
sałî: afret
sałî: mindał.
ey nwênerî komełanî
gişt neteweyekgirtuwekan!
lêre le sałî kitêbda
qełemyan kuşt.
lêre le sałî afretda
mindałyan kuşt.
lêre le sałî mindałda
daykanyan kuşt.
lêre emsał wekû pare
par: pêrar.
lêre sał her yek nawî heye
sałî: zîndan û sêdare!.
* * *
çûme paytext
hewałî şî’ir û çîrok û şanom pirsî
- peykeredîwarî- berzî
hunermendê
şehîdekey hate qise û
witî: ke lêrewe řet bûn
min xom dîmin
tak.. tak nebê
hemûyan wan
leser xwanî
koşkî sułtan!
* * *
ew nûsîney
şehîd çemołey lê enê
- dwařoj- le dozexî xoyda
eysûtênê!
* * *
hawřêkem boy nûsîbûm:
emřo dû qełemî şehîd
serxiwênawî
geyştinewe û hatnewe şar
baxêkî zor
baxî giştî, baxçekanî bextyarî û, naw serçinar
girdêkî zor şaxêkî zor
mameyare, seywan, ezmiř, pîremegrûn
hemû berew pîryan eçûn
heman řojîş
leser şanoyekî milkeç
çend qełemêkî çawḧîzî
nawbang‌ziřaw
qełemekanî gîrfanî «muşîrî ḧemey silêman»
«řaport»yan eda le berdeqareman û
destyan exsite naw destî
«firayzer»û
ekewtine pêşî «sîkekan»